Margot Wallström och Nadia Murad på UD
Wallström berya niha li Wezareta Derve pêşwaziya mexdûra şer Nadia Murad kiribû. Wêne: Jessica Gow/TT

Wallström û Lövin li Tirkiyê ne

Wallström wê pirsa jinan bîne rojevê.
1:22 min

Wezîra Derve Margot Wallström û ya alîkariyê Isabella Lövin ji bo beşdariya civîna Neteweyên Yekgirtî li Tirkiyê ne.

Li Stenbolê komcivîneke Neteweyên Yekgirtî ya derbarê rewşa penaberan de tê li dar xistin û sebeba çûna herdu wezîrên swêdî jî ev civîne.  

Civîna niha berya sê salan hatibû pilan kirin û ji ber ku Tirkî bi xwe hejmareke bilind ya mihacirên Sûriyê hewandine ew ji aliyê Ewrûpa ve pêrgî teqdîrê tê. Lê ji aliyê din ve ji ber pirsên demokrasî, azadiya xweîfadekirinê û pirsa kurdî ew rastî rexneyan jî tê.  

Wezîra alîkariyê Isabella Lövin ji rojnameya DN re dibêje, ev pirsên girîng in ku gereke mirov bi siyasetmedarên Tirkî re bîne zimên, lê di vê civînê de wezîrên swêdî wê behsa van meseleyan nekin, ji ber ku civîn herçend li Stenbolê tê li dar xistin jî ne derheqê Tirkiyê de ye.

Nûnerên swêdî wê giraniyê bidine ser alîkariya însanî û rewşa jinên mexdûrên şer. 

Tê ragihandin ku roja înê di civîneke li Brukselê de Margot Wallström ji hevpîşeyê xwe yê tirk re behsa fikarên xwe yên derheqê rewşa Tirkiyê kiriye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".