Margot Wallström
Wêne: Henrik Montgomery/TT
Wezîra karûbarê derve ya Swêdê

Wallström nayê dadgeh kirin

Wallström: Baş e ku lêkolîn bûye.
1:08 min

Pêşlêkolîna derbarê tawana bertîlxwariyê hember wezîra karûbarê derve ya Swêdê Margot Wallström û xaniyê wê betal dibe.

Alf Johansson, serdozger li beşê seranserî hember gendelî û bertîlxwariyê dibêje ku wî bi xwe ti girêdana karî di vê dozê de peyda nekiriye, ango ku menfeat û imtiyaz bi awayê peymaneke kirêkirina xanî ku giheştiye Wallström ji ber wezîfeya wê.

Di 15 meha yekê ya vê salê de wezîra karûbarê derve Margot Wallström ragihand ku wî xaniyekî bi kirê ji sendîkeya Kommunal di dema wezîfeya wê xwe de wekî wezîr wergirtiye. 

Nuha di şîrovekirineke nivîskî ji TT, Bîroya Rojnameyan ya Nûçeyan, re dibêje wê agahî wergirtiye ku pêşlêkolîna hember wê ji ber tawana betîlxwariyê ya gumanjêkirî hatiye girtin. Wallström lêkolînkirina vê pirsê baş dibîne û dibêje nuha ez êdî karim giranî û fokûsê deynim li ser karê xwe.

Pêwendîdar

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".