Alliansens partichefer i Husby, Foto Fredrik Sandberg/TT
Serokên Alliansenê li Husby. Wêne: Fredrik Sandberg/TT

Serokên Alliansenê serdana Husby kirin

Kinberg Batra: Gerek eman li Swêdê hemûyî hebe
0:47 min

Polîsên herêmî dîtin û behsa siyaseta sûcdariyê kirin.

Îro serokên Hevbenda Burjuwa, Alliansen, serdana polîsên herêmî li devera Husby ya derveyî Stockholmê kirin. Tê zanîn ku li devera Husby gelek tevlihevî çê bûne. Gelek xerabî hatine kirin û polîs û ambulansan nikarîbûne karê xwe bi cî bînin ji ber ku tûşî keviran ji hin ciwanên deverê ve dibûn.

Serokên Alliansenê ji bo wilo niha bi hev re pêşniyaz dikin ku cezayê van karên wisa werin şidandin. Anna Kinberg Batra, seroka partiya Moderatan, ku partiya herî mezin di hevbenda burjuwa de ye, binxêz dike ku gerek ewleyî û eman li Swêdê gişî hebe, lê îro mesele ne wisa ye, û ew ji bo wilo qanûnên zortir dixwazin ji bo ku rewşa îro biguherînin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".