Migrationsverket överväger inte att starta HBTQ-anpassade asylboenden.
Wêne: Tomislav Stjepic/Migrationsverket

Derxistina destûra kar ji bo penaxwazan zehmet e

Zextekê mezin li ser penaxwazan çê dike
1:40 min

Ji sala çû ve tenê 494 kes ji 162 hezar penaxwazan kar bi dest xistine.

Sala çû 162 hezar penaxwaz hatin Swêdê, lê tenê beşek ji wan destûr ji Daîreya Koçê, Migrationsverketê, standiye ji bo ku kar bikin. Ji wan kesan tenê 494 kes kar bi dest xistine.

Ji bo ku kesekî nû hatiye Swêdê bikaribe di dema li bendî îqametê ye, kar bike, divê nasname hebe. Heger kaxezên nasnameyê hebin, mirov penaberî li Swêdê xwestibe û tu red ser penaxwaziyê ne hatibe, wê demê gerek Daîreya Koçê binirxîne ka ev kes dikare berî biryara îqametê were, kar bike yan na.

Heger hemû şert werin bicîkirin, mirov dikare ji şertê destûra kar were istîsnakirin. Gerek ew gav bi awayekî automatîkî be, lê tevî wilo tenê ji 3 penaxwazên di navbera 20-64 salan de yekî ev destûra istîsnayê standiye.

Lisa Bergstrand, seroka yekîneyê li Daîreya Koçê, ji Televizyona Swêdê (SVT) re dibêje ji ber ku sala çû gelek penaxwaz hatin Swêdê, ew mecbûr man ku warekî ji warên kar bixin paş de, ji bo ku bigihîjin li ser kaxezên penaxwaziyê kar bikin. Û warê ku wan paş xist, pirsa istîsnakirina destûrên kar bû.

Hêjayî gotinê ye ku hikûmetê pêşniyaz kiriye ku di sê salên pêşiya me de, dê wek qaîde îqametên demkî bidin, lê heger di nava wan 3 salan de karekî bi dest bixin, dê îqamet bibe daîmî. Û ji ber ku halê hazir zêdeyî salekê dirêj dike heta mirov îqametê distîne, dê ev yek li gor nirxandinê zextekê ecêb li penaxwazan çê bike ji bo ku kar bi dest bixin. Meseleya ku istîsnakirina destûra kar kêmtir bûye, zexta li ser penaxwazan hîn zêdetir dike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".