En person på väg in på Arbetsförmedlingen.
Wêne: HENRIK MONTGOMERY/TT

Rêya karî ya bi lez ji bo civaknasan pêşkêş dibe

1700 kes ta nuha çalak in
1:00 min

Hikûmet îro beşekî nû ji bernameya rêya bilez ji bo penaxwazên nû hatine pêşkêş dike da ku zûtir derbasï bazara karî bibin. Beşê nû ji bo civaknas û kesên bi karê civakî ve mijûl in e.

Li gor Daîreya karî, Arbetsförmedlingen, ji destpêka vê salê de dora 1700 kes dest bi çalakiyên vê bernameya bi lez ji bo derbasbûna bazara karî kirine.

Hizra hikûmetê ew e ku penaxwazên nû hatine Swêdê yên xwedî perwerdeyên bilind yan jî xibreta ji beşên bazara karî yên li Swêdê daxwazkirî ne, bi leztir têkevin têkilî bi xwedanên karî re û karekî werbigirin.

Beşên din yên vê perwerdeya bi lez ku beriya nuha hatine pêşkêş kirin taybetî ji bo warê lênerîna tenduristiyê û mamostetiyê bûn û ev beşê nû dê ji bo civaknasan û kesên bi awayên cuda bi pirsên civakî ve kar dikin e.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".