Wanja Lundby-Wedin cîgira serokatiya Dêra Swêdî
Wanja Lundby-Wedin cîgira serokatiya Dêra Swêdî. Wêne: Bertil Ericson / TT

Birêvebiriya dêrê nerazî ye

Dêra Swêdî
1:42 min

Heftiya derbasbûyî nûçeyên Radyoya Swêdê eşkere kiribûn ku Dêra Swêdî di rêwîtiyên derveyî welêt de mesrefeke zêde dike. Ji hingî ve dengên rexnegir bilind dibin û tê xwestin ku birêvebiriya Dêrê mudaxele bike.

Wanja Lundby-Wedin cîgira serokatiya Dêra Swêdî ye. Ew dibêje:

– Ez jî weke gelek kesên din xemgîn û bihêrs im ku hin dêr û cemaet di rêwîtiyên xwe de ne di çarçoveya pîvanên Dêra Swêdî de tevgeriyan e.

Wedin dibêje li gor rêxistiniya Dêrê rêvebiriya giştî nikare mudaxeleyekê di cemaetan de bike. Lê dîsa jî guhertinek lazim e. 

Radyoya Swêdê eşkere kiribû ku cemaetên Dêra Swêdî (Svenska Kyrkan) di rêwîtiyên derveyî welêt de mesrefeke mezin li kêf, xwarin, şov û maçên futbolê xerc kirine. Piştî vêya birêvebiriya dêrê nerazîbûnan li hemberî cemaetên aydê xwe tîne zimên. 

Îcar niha çendîn kesên din yên di pêşengiya dêrê de dixwazin mudaxeleyek were kirin. Karl-Gunnar Svensson hem keşa ye, hem jî di birêvebiriya dêrê de ye.

– Ev kes ne li gor qaîdeyên dêrê tevgeriyan e. Wê demê divêm mirov ji xwe bipirse bê zanyarî kêm in yan bê di rêziknameya me de hin tiştên nezelal hene. Em weke birêvebirî divê li van tiştan binêrin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".