Annie Lööf axaftina xwe ya havînê pêşkêş dike

0:54 min

Seroka partiya Navendê Annie Lööf dixwaze heqê xwediyê karî ji bo kesên li jêr 18 saliyê rake û bike du salî ji bo gencan, bêkarên demên dirêj û ji bo penaberên nûhatî re jî.

Rakirina vî heqî li gor Lööf wê 45 000 karên nû saz bike. Ev reform wê bi dora 12 milyar kron be û nuha Annie Lööf reformên karî yên nû di rûpela gotûbêjê ya rojnameya Svenska Dagbladet de pêşniyaz dike.

Îro nîvro jî axaftina xwe ya havînê pêşkêş kir û di axaftina xwe de jî giranî danî ser vê pirsê. Ew dixwaze heqê taybetî yê xwediyê karî ji bo kesên li jêr 18 saliyê de yekcar rabe ew jî ji bo ku hêsantir derbasî bazara karî bibin.

Wê herweha behsa populîzma xeter, acizkirin û destdirêjiya cinsî, şideta bi navë namûsê, jîngeh û bazara karî kir.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista