Klînîkên gerok ji bo penaberan tên danîn

0:55 min

Gelek penaberên bê kaxez, ango ew yên ne qanûnî li Swêdê dijîn, û hemwelatiyên Yekîtiya Ewrûpayê serî li warê lênerîna nadin ji ber kêmasiyên zimanî, nezanî û ji ber tirsê.

Ji ber vê yekê rêxistina mafê mirovan, pizîşkên di cîhanê de, Läkare i världen, yên nuha klînîkeke wan li Ropsten li Stockholmê heye her li Malmö klînîkeke gerok danîne.

Ew herweha dixwazin di payizê de karê xwe berfirehtir bikin û bigihînin Stockholmê, Uppsala, Lund û Kristianstadê jî, li gor birêvebirê giştî ya rêxistinê Elliot Wieslander.

Ev projeyeke bi hevkarî li gel rêxistinên herêmî yên di vê pirsê de çalak in. û dê xwe bigihînin wan ciyan yên gelek hemwelatên YE û penaberên bêkaxez li wan dimînin.