Seredana Biden hat û çûna bajarî zehmet dike

0:47 min

Îro gelek dever û cadeyên navenda bajarê Stockholmê hatine girtin yan bisînorkirin ji ber seredana cêgirê serokê Amerîkayê Joe Biden bo Stockholmê.

Di vê seredanê de Biden bi serokwezîrê Swêdê Stefan Löfven re behsa rewşa siyasî ya li Tirkiyê, gefên ji aliyê Rûsiyayê ve û gaza xwezayî kir.

Cêgirê serokë Amerîkayê Joe Biden nuha rêzeseredanan li Ewrûpayê pêktîne wekî amadeyîyekê ji bo civîna bilind ya krîza koçê û penaberan ku wê di 20 meha nehan de li dar bikeve.

Biden pesnê Swêdê da ji bo karê di vê pirsê de, her ji aliyê pêşwaziya penaberan ve û hem jî ji aliyê pêşkêşkirina alîkariyê li cih li wan welatên bi pêwîstî ne.

Biden doh bi şev giheşte Arlandayê û wezîra karûbarê derve ya Swêdê Margot Wallström pêşwaziya wî kir.

Şaredariya Stockholmê ji doh ve milet agahdar kiriye bi guherînên mezin di trafîkê de, hem ji bo wan yên siyareyan diajonin û hem jî ji bo beşek ji trafîka kolektîv jî ango çend xetên basên nav bajarî de.

Temamê rojê jî firîna balefiran li ser asmanê Stockholmê de qedexe ye.