Pêvajoya dadgehkirinê hember doktorandê Uppsalayê dest pê dike

0:52 min

Îro pêvajoya dadgehkirinê hember dokorandê unîverîsteya Uppsalayê dest pê dike. Ev doktorand bi gumana diziya madeyên bijehir ji ciyê karê wî û firotina wan tawanbar e.

Ew herweha tê dadgehkirin ji ber nameyek bi madeyên bijehir bo wezîrê hundirîn yê Çîkê şandiye.

Herçend ku ev made bi kilîdê di asê kirî bûn wî her bi diziyan wan rabû. Polîsê swêdî bi wî hesiyan dema dezgehên çîkî deng ji xwe anîn û alîkarî ji Swêdê xwestin ji bo peydakirina wî dema name ji wezîr re rê kiribû.

Agahî hene jî ku ev doktorand ev made li ser internetê jî firotiye û madeyên kujer gihandiye destê kesên ku bi nêta belavkirina van madeyan ne di nav milet de.

Yê doktorand hemû guman û tawanên hember wî têne jimartin inkar dike.