Asperger kare bi demê re here

1:34 min

Li gor grûpeke lêkolîneran nexweşiya reh û eseban ya bi navê Asperger syndrom, kare bi temrînan û demê re here û yê nexweş yekcar ji wê xilas be.

 

Ev nexweşiya eseban dihêle ku yê nexweş ji aliyê sosyal ve xwedî kêmasî be, ango di danûstandinan de. Ew ji aliyê deng û qelebalixê de jî hesas in û ji bûyerên ji nişkave jî re ne amade ne. Ew her weha karin hez ji tiştên taybetî bikin û bêhtirî dema xwe deynin ser.

Nuha yên lêkolîner li grûpa yekem ya kuran li Swêdê ku beriya 30 salan teşxîsa Asperger wergirtin nerîne. Encamê lêkolînê diyar kir ku 20 % ji wan kuran êdî nema teşxîsa vê nexweşiyê hene.

Ev lêkolîn li akademiya Sahlgrenska li Göteborg pêk hatiye û psîkolog Adam Helles yê li beşê psîkiyatriya zarok û ciwanan li Gävle kar dike têsa xwe derbarê vê mijarê nivîsiye:

-Dema ev kur dibin sal mezin êdî 20 % ji wan teşxîsa nexweşiyê li ba wan namîne. Ew jiyaneke normal dijîn.

Yên lêkolîner dibêjin ku beşin hene bi temrînan ew bisînorkirinên ku di zaroktiyê de li ba hebûn karin di salmeziniyê de ji wan xilas bin.