Kurdisk demonstration i Stockholm
Xwepêşandan li Humlegården tê li dar xistin Wêne: Besir Kavak, Sveriges Radio

Kurdên Swêdê ji ber Cerablus Tirkiyê şermezar dikin!

Göktepe: Hevdîtin bi Amnesty re jî tê li dar xistin
1:07 min

Kurdên li Swêdê ji bo şermezarkirina destwerdana Tirkiyê ya li Cerablûsê sibê li Stockholmê wê meşek girseyî lidarbixin.

Xwepêşandan bi însîyatîfa Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) li baxçeyê Humlegården li Stockholmê tê li dar xistin. NCDK di daxuyaniyeke ku belav kiriye de balê dikişîne ser destwedana Tirkiyê ya li Cerablûsê. Herwiha tê radigihandin ku ew helwesta Tirkiyê ya li hemberî şervanên YPG/YPJ şermezar dikin.

Navendê destnîşan kir ku armancek din a vê meşê şermezarkirina tecrîda li ser serokê PKKê Abdullah Ocalan e.

Hevseroka NCDK Ayşe Dîdar Göktepe dide zanîn ku ji ber van mebestan giraniya çalakiyên wan di rewşa niha de xwepêşandanan in, lê wekî din hin hevdîtinên bi dezgehên navneteweyî re jî di rojevê de hen.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".