Anna Kinberg Batra
Seroka Moderatan Anna Kinberg Batra. Wêne: Maja Suslin/TT

Kinberg Batra guh neda Åkesson

Seroka Partiya Mihafezakar ya Moderatan Anna Kinberg Batra diyar dike ku hevxebatek wan a bi Demokratên Swêdê re di rojevê de nîne.

Serokê Demokratên Swêdê Jimmie Åkesson di dawiya heftê de li Li Sölbesborgê axivî. Åkesson diyar ku heke îro hilbijartinek pêk were wê partiya wa û partiya Moderatan biserkevin. 

Vê dawiyê di raya giştî de jî gotûbêjek li ser hevkariyeke muhtemel ya Demokratên Swêdê bi partiyên burjûva re tê kirin, behsa nêzîkbûneke wan ya siyasî di rojevê de ye. Seroka Moderatan Anna Kinberg Batra jî di axavtina xwe ya dawiyê heftiyê de îhtîmaleke wisa tam red nekir, lê wê bal kişande ser cudahiyên sereke yên navbera partiya xwe û Demokratên Swêdê. 

Li gorî Batra divê bi awayek cidî li ser pirsa koçberiyê were rawestan û rêyek bê peyda kirin. Lê Demokratên Swêdê hîsên mirovan îstîsmar dikin û pirsgirêkên civakî çareser nakin. Li ser pirsa bê gelo demokratên Swêdê rasîst in jî Batra rasterast ne got erê, lê got; Ew hemû sûcan davêjin ser milê koçberan û xelkê li dijî hev tûj dikin. 

Siyaseteke din ya ku Batra mîna cudahiyeke mezin ya navbera herdu partiyan bi nav kir siyaseta navneteweyî bû.

Wek tê zanîn Moderat alîgirên endamtiya NATO û piştgirên Yekîtiya Ewrûpa ne, lê Demokratên Swêdê li dij in.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".