Di pevçûna kampa penaberan de kesek birîndar bû.

0:44 min

Li herêma Västervikê duh êvarê saet derdora 21:00an di kampa penaberan depevçûn derket, kesek birîndar bû.

Polîsên ku li ser gilîkirinê çûn cihê bûyerê yekî birîndar kirin.

Kesê ku ji çokê xwe birîndar bû, ew birin nexweşxanê û kesên din ku tevlî şer bûbûn ji alî polîsan ve hatin girtin.

Polîsên Västervikê ku li ser bûyerê agahî dan diyar kirin ku ew li cihê bûyerê neçar mane ku guleyek wekî hişyariyê bireşînin. Lê polîsan  derbarê kesên hatine girtin de jî tu agahî nedan raya giştî.

Derdora kampê bi têlan hate dorpêçkirin û polîsan li ser bûyerê de lêkolîn dan destpêkirin.