.
Foto: Marcus Ericsson/TT

Rêxistinên Swêdî girtinan protesto dikin

Girtinên rojnamevanan a li Tirkiyê tê şermezar kirin
1:21 min

Ҫendîn rêxistinên Swêdî bi armanca girtinên nivîskar û rojnamevanan a li Tirkiyê şermezar bikin, roja pênçşemê meşek lidardixin.

Hate zanîn ku xwepêşandan roja pênçşemê li Stockholmê li ber balyozxaneya Tirkiyê were lidarxistin. 

Tê destnîşankirin ku ji rêxistinên Swêdê ”Pênûsa Swêdî” (Svenska PEN), Rojnameya Dagens Nyheter, Sendîqaya Rojnamevanên Swêd (Journalistförbundet), rêxistina Rojnamevanên Bêsînor (Reportirar utan giränser) û Sendîqaya Nivîskarên Swêdê (Sveriges författarförbund) tevlî meşê dibin.

Komîteya hevkariya Swêdê ya ji bo mafê mirovan a li tirkiyê û çendîn çalakvan, rojnamevan û rêxistinên alîgirî mafên mirovan piştgiriya xwepêşandanê dikin. Li gorî daxuyaniyê heta niha 89 rojnamevan bi biryara desthilatdariya Tirkiyê ve hatine girtin. Yek ji wan girtiyan rojnamevanekî Swêdî û Tirk Şahîn Alpay ê 72 salî ye. Tê îddîa kirin ku têkiliya wan di darbeya 15ê tîrmehê de hene.

Tê destnîşankirin ku li Tirkiyê rewşa medyayê her ber bi xerabûnê ve diçe. Rojnamevanên tên girtin ji ber rengên xwe yên mûxalîf têne girtin. Rêxistinên Swêdî ji ber vê yekê endîşeyê dikin.

Grunden i vår journalistik är trovärdighet och opartiskhet. Sveriges Radio är oberoende i förhållande till politiska, religiösa, ekonomiska, offentliga och privata särintressen.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".