Enerjiya tavê
Foto: Lars Pehrson/SvD/TT

Îhtîmal heye ku baca enerjiya rojê were daxistin

Xebatên li ser daxistina baca enerjiya rojê
1:05 min

Baca enerijya rojê îsal di 1ê temûzê de hate nasandin. Ev jî tê wê wateyê ku herkesê ku xwedî panelên fotovoltaîk bin û 255 kîlowalt elektrîk bidest bixin, mecbûr dimînin ku bacê bidin. Li gor vê xaniyên biçûk jî wê bacê bidin.

Di demên dawî de hikûmeta Swêdê ji ber baca zêde ya ji enerjiya rojê distîne, tê rexnekirin. Lê niha dikare were raxistin.

Wezîra aboriyê Magdalena Andersson diyar kir ku ew ji bo baca enerjiya rojê daxin dixebitin û got; em gelekî kêfxweş in ku ji bo pêşeroja enerjiya rojê dixebitin.

--Ji bo min jî baştir e ku baca kêmtir be lê em daxwazên Ewrûpayê li ber destan digrin û li gorî wê dinirxinin.  Belkî baştir e ku em çend sal bisekinin, temaşe bikin û li gor wê çareseriyek peyda bikin. 

Grunden i vår journalistik är trovärdighet och opartiskhet. Sveriges Radio är oberoende i förhållande till politiska, religiösa, ekonomiska, offentliga och privata särintressen.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".