Karmendên sektora taybet jî wê karibin gilî bikin

1:39 min

Hikûmeta Swêdê mafên xebatkarên nexweşxane, perwerde û xizmetê bi qanûnan diparêze.

Li gorî vê xebatkarên şîrketên taybet jî wekî yên dewletê dê werin parastin û her wiha mafê xebatkaran a eşkerekirina siran jî dê bikeve bin starê de.

Beşek vê pêşniyazê bi peymana hikûmet û Partiya Çep pêkhat. Serokê Partiya Çep Jonas Sjöstedt vê pêşniyazê pir girîng binav dike.

--Ev peyman ji bo me pir muhîm e. Û divê em vê gav bi gav bişopînin û refaha xebatkaran bicîhbînin. Min gelek caran bi kadroyên daîreyên taybet re hevdîtin pêkanîne. Xebatkarên wan deran ji ber rewşek xerab bifikar in. Niha em tiştekî di rê de dikin û mafên wan teslîmî wan dikin.

Li ser vê pêşniyazê wezîrê dadê Morgan Johansson jî diyar kir ku hinek kes li hember vê qanûnê li ber xwe didin û vê got;

--Hin şîrketên taybet li dijî vê derdikevin. Em dikarin sirên wan şîrketan eşkere bikin. Lê hikûmeta me di wê baweriyê de ye ku em ê bi vî rengî nekin.

Li ser pirsa ku di nav şîrketan de wê reqabetên mezin jî çêbin, Johansson ev got;

 --Reqabet ji bo herkesan vekiriye û bi ya min wê ev yek baş be. Ev xizmeta kal û pîran baştir bike. Ji bo pirsgirêkên reqebetan jî divê pêşî em bibînin û li gor wê jî çareyekê peyda bikin.

Grunden i vår journalistik är trovärdighet och opartiskhet. Sveriges Radio är oberoende i förhållande till politiska, religiösa, ekonomiska, offentliga och privata särintressen.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista