.
Pirsgirêka peydakirina xaniyan a li Swêdê bi berdewamî di rojevê de ye Foto: JESSICA GOW / TT

Dezgeha Bînasaziyê: Texmînên li ser çêkirina xaniyan biserneket

Li Swedê zehmetiya peyda kirina xaniyan, berdewam e
1:57 min

Dezgehên Resmî yên Swêdê ji bo çareyek ji pirsgirêka kêmbûna xaniyan re peyda bikin, di nav lêgerînan de ne. Eger pêşî li pirsgirêkên xaniyan neyên girtin wê di pêşerojê de Swêd rastî felaketekê were.

Tê îddîakirin ku di nav 10 salan de pêdivî bi 710.000 xaniyan heye. Lê îsal bi tenê 40.000 xanî hatin çêkirin. Lê îro xebatên 350.000 xaniyan dewam dike.

Pispor û şefê dezgeha Bînasaziyê Bo Söderberg diyar kir ku ew xwe negihandina hedefa xwe ya çêkirina xaniyan û got;

--Wê peşeroj gelekî qerebalix be. Heke xanî neyên çêkirin û zêdekirin wê çawa guhertina nifûsê pêkwere.

Li aliyekî din mirov mecbûr in ku ji dezgeha xaniyan xanî kirê bikin.

Lê kirêya mehekê ya xaniyan li derdora 10.000 kronan e. Eger malîyetên çêkirina xaniyan wekî 30 salên borî hertim ber bi zêdebûnê ve here, di nav 10 salan de wê kirêya xaniyekî 3 odeyan de bigihîje 16.000 kronan.

Lê ev rewş li nav Stockholmê cûdatir û bihatir e. Li Stockholmê kirêya mehekê ya xaniyek 3 odeyan 17.000 kronan e. Heke xanî neyên çêkirin wê ev hejmar di nav 10 salan de ji 25.000 kronan zêdetir be.

Li gorî Anna Granath Hansson ve ku di derbarê bînasaziyê de doktora kiriye, eger rewşa xaniyan neyê çareserkirin êdî nema xanî peyda dibin.

--Em ê bibînin ku hejmara mirovan pirr qelebalix bûye lê xanî nîn in. Em ê rastî gelek mirovan werin ku xaniyên wan nebin. Mixabin ewê bibe felaket mezin.

Grunden i vår journalistik är trovärdighet och opartiskhet. Sveriges Radio är oberoende i förhållande till politiska, religiösa, ekonomiska, offentliga och privata särintressen.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".