Nivîskarên swêdî çûne ber sefareta Tirkiyê

4:13 min

Zêdetir ji 50 rojnamevan û nivîskarên swêdî ji bo piştgiriya hempîşeyên xwe yên li Tirkiyê li ber sefareta Tirkî ya Stockholmê çalakiyek li dar xistin.

Çalakiya îro bi însiyatîfa Federasyona Nivîskarên Swêdê, Kovara Svartvitt û Komîteya swêdî ya ji bo piştgiriya mafê mirovan li Tirkiyê hate li dar xistin. Serredaktorê Svartvitt Kurdo Baksi herwiha moderatorê çalakiyê jî bû. 

Ji bilî nûnerên van rêxistinên ku însîyatîfgir bûne zêdetir ji 50 rojnamevan û nivîskarên swêdî di çalakiya îro de hazir bûn. Ber pirsên rojnameyên Journalisten, Dagens Nyheter û Svenska Dagbladet jî di xwepêşandinê de axivîn û ji bo hempîşeyên xwe yên girtî piştgiriya xwe nîşan dan.

Serokê Peyamnêrên Bêsînor Jonathan Lunqvist di axavtina xwe de Tirkî weke girtîxaneya herî mezin ya cîhanê bi nav kir û got ew ji bo nîşandana dilsojiya bi hempîşeyên xwe re û balkişandina raya giştî di çalakiyê de cî digre. 

Di şertên normal de li Swêdê pêkanîna çalakiyên bi vî rengî yên nivîskar û rojnamevanan pir kêm in. Ji derketina kolanan bêhtir ew helwest û nêrînên xwe dinivîsin. Îcar gelo ji bo çi wan îro pêwistî dîtine ku bi xwe derkevin xwepêşandanê?

Ev pirs me ji yek ji kêm beşdarên kurd yên di xwepêşandanê de, ji endamê PENa Swêdê Firat Ceweri kir.

Piştî axavtinên hejmarek kesayetên di çalakiyê de nameyek radestî sefareta Tirkiyê hate kirin. Kurdo Baksi dibêje ew ji encamê memnûn e.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista