Beväpnad polis framför Ataturk flygplatsen i Istanbul och Arvin
Gumana Arvin Erdem ew e ku ji ber ew bi kurdî axiviye hatibe vegerandin.

Kurdê Swêdê: Polîsê Stenbolê pirsa PKK û YPG ji min dikir

Şiyar: Li Stenbolê polîsan li min xistin
7:44 min

Vê havînê çend kurdên Swêdê ku hewl dane herine Tirkiyê ji balafirgehên Stenbolê hatine girtin, polîsê tirk îfadeya wan girtiye û ew vegerandine.

Em bi didu ji van kesan re axivîne, ku herdu jî welatiyên Swêdê ne, di siyasetê de ne çalak in û bi paseporta swêdî çûne Stenbolê. Lê serpêhatiya wan ya li wir pir ji hev cuda ye. 

Yê ku em ê pêşî guhdariya wî bikin Şiyar e. Temenê Şiyar derdorê 30 salî ye. Jin û zarokên wî berya wî çûne Tirkiyê û piştre ew bi tenê hewl dide here bigihe wan. Lê ew dibêje li balafirgeha Stenbolê ew hate girtin, îfadeya wî hate girtin, polîs lê xistiye û ew vegerandine Stockholmê.

Kesê duyem ku em ê niha guhdariya wî bikin Arvin Erdem yê 20 salî ye. Ew lawê siyasetvan Josef Erdem yê li Borlänge ye û girtina wî di çapemeniya Swêd de jî ciyekî berfireh girtibû.  

Derbarê girtinên li Stenbolê de me pêwendî bi rayedarên hem Tirkî hem Swêdê re danî. Heta niha ne Wezareta Derve ne jî polîsê Swêdê zanyariyek nedaye.

Sefareta Tirkî ya Stockholmê radigihîne ku agahiyek bi vî rengî di destê wan de nîne. Û berpirsên ewlekariyê hem li balafirgeha Ataturk hem jî Sabiha Gökçe li Stenbolê nexwestin tiştekî derheqê van girtinan de bêjin. Wan gotin dayina zanyariyên wiha li ser telefonê qedexe ye.

Pêwendîdar

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".