.
Li Swêdê hejmara xwendina ciwanan a piştî lîseyê (Gymnasium) kêmtir dibe. Ciwan dixwazin yekser dest bi kar bikin. Foto: BERTIL ERICSON / TT

Di salên dawî de hejmara xwendinê kêmtir dibe.

Kêmtir perwerdehî û zêdetir kar.
1:31 min

Tevî perwerdeyên zêde, her diçe kêmtir ciwan xwendina xwe ya piştî lîseyê (Gymnasium) berdewam dikin. Gelek ji wan hildibijêrin yekser tevlî jiyana karî bibin.

Ofîsa mûdîrên zanîngehan da zanîn ku zêdetirê keç û xortên 19 salî beriya çend salan bêhtir diçûn dibistanên bilind û xwendina xwe dewam dikirin.

Şefa ofîsa zanîngehan Annika Potten dibêje, mirov dikare bêje ku piştî ketina hejmaran xwendinê, guhertinên mezin çedibin.

-Di 19 salên borî de sala par ji sedî 13,7 piştî xwendina lîseyê derbasî zanîngehan bûn. Ev hejmar jî nîşan dide ku li gorî sala pêrar hejmara dewamkirina xwendinan ketiye.

Lê hate diyar kirin ku ev hejmar li gorî bajaran jî tê guhertin. Wekî mînak li Uppsalayê nêzî ji sedî 28 xwendevanan xwendina xwe dewam dikin lê ev hejmar li Härjedalenê dikeve 1,8an. Li paytext Stockholmê jî di nav xortên 19 saliyan de ev hejmar 17,2 ye.

Li gorî hejmarên di desta de ne û lêkolîna hatiye kirin, xwendevan dixwazin piştî lîseyê yekser dest bi kar bikin. Hinek ji wan jî dixwazin piştî lîseyê navberek bidin xwendina xwe piştî çend salên karkirinê carek din dest bi xwendekariyê bikin.

Grunden i vår journalistik är trovärdighet och opartiskhet. Sveriges Radio är oberoende i förhållande till politiska, religiösa, ekonomiska, offentliga och privata särintressen.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".