KI
Di berdewama skandala enstîtuya Karolînskayê de rêvebirên enstîtuyê ji kar hatin avêtin û desteya xelata Nobelê jî bang li 2 midûrên xwe yên kewn kir ku dev ji kar berdin Foto: Fredrik Sandberg/TT

Rêvebirên Enstîtuya Karolînskayê ji kar hatin avêtin

Desteya Nobelê banga dev ji kar berdanê li 2 endamên xwe kir
2:16 min

Doh êvarê hemû rêvebirên enstîtuya Karolînskayê piştî aşkerekirina rapora di derbarê xebatên Macchairini de ji karên xwe hatin avêtin.

Wezîra perwerdehiya bilind Helena Helmark Knutsson vê biryarê wekî destpêkek nû bi nav kir û got:

--Em li gorî vê raporê ku gelek kêmasiyên rêvebirên enstîtuyê hene ku guh nedane rexneyên li dijî Macchairini wan ji karên wan davêjin û rêveberiyê diguherînin.

Weke tê zanîn serokê rêvebirîya Enstîtûya Karolînskayê Lars Leijonborg roja înê ji wezîfa xwe îstîfa kiribû. Lê dîyar e, heger îstîfa nekira dê dîsa jî bi vê biryara hikûmetê dê ew jî ji kar bihata avêtin.

Helen Hellmark Knutsson dibêje ew ê xebata li Enstîtuya Karolinskayê ji nû ve rêxistin bikin û giranîyê bidin ser lêkolînên demdirêj.

Her weha ewê ji vir û pê ve fînansekirina lêkolînên zaningehan jî bêtir bikin.

Her wiha lêkolîner Sten Heckschers jî rexne li rêveberiya Enstîtuya Karolînskayê girtibû ku di dema girtina kar de guh nedabûn rexneyên zaningehên îtalîyayî yên li dijî Macchairini.

Îro jî desteya xelata Nobelê tevlî nîqaşa li ser skandala Enstîtuya Karolînskayê bû.

Berdevkê desteya xelata Nobelê da Thomas Perlmann diyar kir ku ew midûrên berê Harriet Wallberg û Anders Hamsten, ku endamên desteyê ne, ji kar avêtine.

Desteya Nobelê destnîşan jî kir ku êdî baweriya wan bi van her 2 endamên wan nemaye.

Enstîtuya Karolînskayê her sal xelatgirê Nobelê ya tibbî hildibijêre.

Grunden i vår journalistik är trovärdighet och opartiskhet. Sveriges Radio är oberoende i förhållande till politiska, religiösa, ekonomiska, offentliga och privata särintressen.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".