Tawan
Li gorî raporek nû li dezgehên fermî desthilatiya zêde ya erkdaran li ber acizî, şîdet û destdirêjiyê vedike. Foto: Marcus Ericsson/TT

BRÅ: Karmendên daîreyên resmî têne acizkirin

Desthilatiya zêde karmendan dikare bide acizkirin
1:42 min

Li gorî raporeke nû acizkirina karmendên daîreyên resmî li Swêdê li gorî sala par zêdetir bûye.

Berpirsa Dezgeha Bergiriya Sûcan (BRÅ) Johanna Skinnari dibêje gelek mirovên ku têne daîreyên resmî difikirin ku karmendên wir her tiştî bixwe dikarin hel bikin. Li ser vê fikrê bi awayên cûda karmend têne acizkirin.

--Min di sala 2015an de jî xebatek bi vî rengî kiribû. Lê ya niha berfirehtir e. Di vê raporê de bersivên 13 saziyan û 45.500 karmendan hene. Karmend carinan bi rêya telefonan û carinan jî bigotina ”ew ê biryara te jiyana min biguherîne” têne acizkirin. Encam jî ew e ku rewş li gorî par xerabtir bûye.

Yek ji dezgehên ku karmendên wê rastî aciz kirin û zextan tên, Daîreya Koçê (Migrationsverket) e. Şefa ewlekariyê ya Daîreya Koçê Monica Karum Bergvall e:

--Gelek kesên ku ji bo wergirtina alîkariyê têne vir ji xebatkaran re dibêjin ”Tu ji jiyana min berpirsyar î. Ez nikarim zêde li benda bersiva xwe bim, ez yekser bersivê dixwazim”. Ev yek jî xebatkaran dixe nav stres û aciziyê.

Skinnari dawiyê de dibêje, acizkirina karmendan tesîreke mezin li ser girtina biryaran nade, lê ew tesîrê li ser jiyana karmendan dike. Wek nimûne karmend nav û adresên xwe êdî vedişêrin.

Grunden i vår journalistik är trovärdighet och opartiskhet. Sveriges Radio är oberoende i förhållande till politiska, religiösa, ekonomiska, offentliga och privata särintressen.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".