Kurdiks kvinna sittande framför ruinerad vägg, pilgrimer i Mecka
Îda qurbanê yek ji du cejnên mezin yên îslamê ye. Wêne: Emrah Gurel, TT

Xelkên li welêt bi xêra qurbanê ne!

Malbat hene ku bi mehan goşt bi mala wan neketiye
3:41 min

Li Swêd pêwistiya xelkê zêde bi goşt nîne û lewra gereke alîkariya xwarinê bi mexdûrên şer yên Kurdistanê re were dayin. Ev gotinên Şefik Duman in ku di şaredariya Nisêbînê de kar dike. 

Dawiya vê heftiyê îda haciyan, ango îda qurbanê ye. Ev îd yek ji du cejnên mezin ên dînê îslamê ye. Misilman di vê rojê de bi piranî goşt weke qurban li feqîran belav dikin. 

Şefîk Duman nêzîkê 30 salî li Swêdê jiya ye lê ev çend sal in ew çûye bakurê Kurdistanê û niha ew endamê meclîsa şaredariya Nisêbînê ye. Nisêbîn yek ji wan bajarên bakurê Kurdistanê ye ku îsal wergeriyabû meydana şer, beşekî mezin yê bajêr xerab bûye û piraniya xelkên wê bêmal mane.

Bi şerê li bajarên mîna Nisêbîn, Cizîr, Sûr û Silopî û koçberiya xelkên van deveran re Komeleyeke bi navê Hevkarî û Piştgiriya Rojava şaxên xwe vekirine û bi taybetî hewl dide ji Ewrûpa alîkariyê bigihîne mexdûrên şer. Şefik Duman di komîsyona vê komeleyê ya Nisêbînê de ye.

Şefik Duman dibêje halê hazir ji Ewrûpa ji bo derdorê 500 malbatên li Nisêbînê alîkarî tê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".