.
Anders Ygeman daxwaz dike ku bi welatên din re hevkariyê bikin û li dijî tesîrên kampanyayên psîkolojîk têdikoşin Wêne: Maja Suslin/TT

Hikumet dixwaze parastina psîkolojîk bihêztir bike

Hikumet biryar da ku her navendek NATOyê
3:48 min

Dezgeha pirsên birêvebiriya dewletê, Statskontoret, niha bi erkek nû radibe ku li karê daîreyên resmî binere, bê ew çawa dikarin ji aliyê pirsa parastinê ve baştir bibin. Hikûmet doh biryar da ku Swêd dê tevlî navenda Natoyê ya ji bo peywendiyên stratêjîk bibe.

-Divê em kapasîteya xwe xurttir bikin li dijî şer û parastina psîkolojîk. Divê keysa xwe ya parastinê çêbikin li dijî tesîra kampanyayên şer ên li dijî me.

Divê meselê de berpirsyariyên me hene ku em destnîşan bikin ku kîjan daîre bi kîjan erk û berpirsyariya xwe rabe di demekê aloz de, dibêje wezîrê navxweyî Anders Ygeman.

NATO ji bo têkilî û ragihandina stratejîk xwedî navendek e, Stratcom, ya bi vî tarzî dixebite û alîkariya NATOyê dike da ku bigihêje armancên xwe.

Berê jî hewesa Swêdê hebû ku here nav vê navendê. Doh hikumet biryar da ku here beşdarî nav vê navendê bibe.

Anders Ygeman dixwaze ku ew bi welatên din re hevkariyê bikin ku ew çawa li dijî tesîrên kampanyayên psîkolojîk têdikoşin.

Li ser pirsa ku Stratcom jî beşek e ji beşa propagandaya NATOyê ye, Ygeman dibêje emê nebin beşek ji propagandayê. Lê li beramber welatên din ewê alîkariya me bike ku em zêdetir xwedî tecrube bin û zanyariyên xwe bi wê re zêde bikin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".