.
Seroka Demokratên Kristiyan dixwaze baca teqawîdan were daxistin Wêne: Jessica Gow/TT

KD dixwaze baca teqawîdan daxe

KD dixwaze alîkariya malbatan bike
0:58 min

Îro partiya Demokratên Xiristiyan pêşniyaza budceya xwe aşkere kirin. Demokratên Xiristiyan dixwazin kêmtir bac ji dê û bavan ku kar dikin were girtin.

Seroka Partiya Demokratên Xiristiyan Ebba Bush Thor dibêje:

– Baweriya me ew e ku em dikarin bingeha civakek bi ewle û jixwebawer di malbatan de çê bikin. Em dibînin ku gelek malbat ji bo debara mala xwe têdikoşin. Em dikarin vê meseleya tevlîhev çareser bikin.

Ev partî dixwaze ji bo teqawîdan her meh 500 kron alîkariya xaniyan bike û 300 kron jî alîkariya kesê ku bi wan re dijî bike. Her wiha tê xwestin ku baca ku ji xebatkarên ku piştî 65 salî dixebitin jî rakin.

Demokratên Xiristiyan dibêjin ji bo daxistina baca teqawîdan 2.2 milyar kron dê pêwist bin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".