Tirêna lezgîn SJ.
Wêne: Nesvold, Jon Olav

Moderat jî naxwaze rêya tirênên lezgîn were avakirin

Moderat: Na ji avakirina rêyên trênên lezgîn re
1:23 min

Partiya Moderat (M) ji çêkirina rêya trênên lezgîn di navbera bajarên mezin de bihata avakirin, dibêje na. 

Moderat partiya burjiwa ya duyem e ku nerîna xwe di vê pirsê de diguhere piştî ku Lîberal di biharê de helwesta xwe di vê pirsê de guhert.

Berîya hilbijartina 2014an de partiyên koalîsyonê peyam dabûn ku ewê li hemû deverên başurê Swêdê bi rêyên trênên lezgîn girê bidin.

Pêdiviya trênên lezîn di navbera Stockholm û Malmö û Göteborg û Stockholmê de heye. Di biharê de partiya Lîberalan diyar kiribû ku ev ne projeyek realîst a demdirêj e. Bi vî awayî Moderatan fikrên xwe guhertin.

Ulf Kristersson, peyvdarê pirsên aborî yê partiyê û Jessica Rosencrantz, endama parlamanê ji partiya Moderatan di rojnameya Dagens Industri de nivîsek belav kirin. Tê de dinivîsin ku bi fakta û zaniyariyên baştir derbarê rewşa rêyên trênan dibînin ku astengiyên din hene yên bêhtir bi lez in û divê bêne çareserkirin.

Sebeba vegera ji helwestê, ew dibêjin ku projeya trênên lezgîn rê li ber sermayeyên giring ên din digire.

 

 

 

 

 

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".