Migrationsverket.
Wêne: Marcus Ericsson/TT

Bendewariya bersiva rûniştina malbatê zêde dirêj dike

Mirov her car bersivek nû digre
1:58 min

Ew kesê dixwaze hevjîn an ji malbata xwe bîne Swêdê bi rêya mafê rûniştina malbatî wê demekê dirêj li bendî biryara Dezgeha Koçê, Migrationsverket, bimîne.

Li gor qanûnê divê proseya lênerîna dozekê zêdî neh mehan dirêj neke lê di halê hazir de kare ta du salan dirêj bike.

-Eger mirov deh caran li Dezgeha koçê bigere, mirov deh berisvên cûda digre, dibêje Jens ku niha neh meh in bendewar e.

Jens dibêje cara dawî hefta borî min telefon kir lê ti bersivek nebû. Telefonkirin jî zêde alîkariyê nake. Ez dixwazim nîşanî wan bidim ku nabe min ji bîr bikin.

Dema lênerîna dozên mafê rûniştinê ji bo kesekî ji malbatê kare zêdî neh mehan dirêj bike, ya li gor qanûna pirsên biyaniyan hatiye danîn. Îro dikare heta du salan bajo.

Tê gotin ku yek ji sebeba dirêjkirina wextê dayîn an jî redkirina heqê rûniştinê zêdebûna koçberan e.

Tiştek din ku asîstanek Dezgeha Koçê ku bi van mijaran kar dike, piştî serê salê heta niha mecbûre rojane di beşê xizmeta agahdarîkirinê, kundtjänst, de kar bikin. Ew divê di heftiyekê de şeş ta deh saetan li wê derê kar bikin.

Bi giştî ew divê rojekê di heftiyê de dest ji karê lênerîna dozan û asîstaniyê de kar bikin. Di wê rojê de tenê bersiva pirsên milet didin bê çima biryarên dozên wan zû nayên û wê çend demê bajone.

Li gor nerîna sendîkaya SAKO ya karmendên Dezgeha Koçê, karê beşê xizmeta agahdarîkirinê û asîstaniyê bi hev re nabe û ku Dezgeha koçê guh nedaye rê û rêbazên karkirinê.  

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".