Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Divê polês zêdetir li dijî tawanên cinsî yên li dij zarokan têbikoşe

Hat weşandin fredag 7 oktober 2016 kl 14.16
Divê polês li ser piyan û amade bin
1:28 min
Tawanên hember zarokan li ser internet pir bûne.
Wêne: Bertil Ericson/TT

Sîstema dadweriyê hewce dibîne ku divê polês baştir li ser tawanên cinsî yên li dijî zarokan têbikoşin, bi taybetî ew yên bi rêya internetê dibin.

Ev nerîna hikûmetê ye ya doh biryar da wezîfeyê bide Dezgeha polîs  ku planeke tedbîran ji bo van pirsan deyne.

Wezîrê navxweyî Anders Ygeman diyar dike ku armanca wan ew e ku kêmtir zarok zirarê bibînin û sûcdar jî cezayên xwe bikşînin û mehkûm bin.

-Em dixwazin kapasîteya têkoşîna polêsên xwe li dijî tawanên cinsî yên li ser zarokan, xurttir bikin. Helbet di rewşek weha de divê polês li ser piyan be û pêşiya tawanên li ser zarokan têne kirin, bigre.

Wezîra pirsên zarokan Åsa Regnér dibêje:

-Gerek mirov bi cidî hêza ku internet heye ji aliyê rûdana van tawanan ve û manupulekirina zarokan û êşandina wan bi awayên cuda, fêhm bike. Karkirina li ser van pirsan erk û wezîfeyeke giran e.

 

 

 

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".