.
Di salên dawîn de di nav civakê de hejmara van amûran zêde bûye. Lê bikaranîna amûran kêm e. Wêne: JANERIK HENRIKSSON / TT

Xelk kêm caran amûrên şixulandina dilî bikartînin

Hejmar zêde bûne lê bikaranîn kêm e
0:53 min

Li Swêdê di salên dawî de hejmara amûrên şixulandina dilî li kargehan zêdetir dibin. Ev amûrên ku dikarin di başbûna krîza dilan de rolek baş bilîzîn, kêm caran têne bikaranîn.


Li gor Andreas Claesson ji Dezgeha Rizgarkirina Dil û Pişikan (HLR-Rådet) gelek kes an nizanin ev amûr hene an jî nizanin ew li ku ne.

Di salên dawîn de di nav civakê û ciyên kar de hejmara van amûran zêde bûye. Niha li Swêdê ji 20 hezar zêdetir amûrên şixulandina dilan hene. Lê bikaranîn kêm e. Li gor lêkolîna hatiye kirin tenê li Stockholmê pênc hezar amûrên wiha hene

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".