Öron
SVT radîgihîne ku şerê li Sûrî bûye sedema nebihîstina xelkê Wêne: Plastikkirurgiska kliniken

Guhên piraniya penaberan xisar dîtiye

Min digot qey gohên min diteqin
0:53 min

Ji sedî çil ê penaberên ku nû hatine Swêdê pirsgirêka wan a bihîstinê heye. Televîzyona Swêdê SVT radigihîne ku dibe ku şerê li Sûrî bûbe sebeba vê problemê be.

Mehmûd Xoce yek ji beşdarvanê vê lêkolînê ku xelkê Helebê ye diyar dike ku ew ji ber jiyana rojane ya Sûriyê ku ji ber şer, teqîn û bombeyan bêzar e, du sal berê hatiye Swêdê.

Mehmûd Xoce dibêje di dema teqînên bombeyan de ew hîs dikir ku guhê wî jî bi teqîna bombeyan re diteqiyan.

Hêjayê gotinê ye lêkolîn bi hevkariya Dezgeha Sîgortayê (Försäkiringskassan), Dezgeha Karî (Arbetsförmenlingen) û çendîn şaredariyan hatiye kirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".