Isabella Lövin
Wezîra alîkaîyê diyar dike ku hikumeta Swêdê wê alîkariya Îraqê bike Wêne: Jonas Ekströmer/TT

Hikûmet dixwaze alîkariya zêdetir bide Îraqê

Alîkarî wê bi temamî ji bo jiyanê be
1:58 min

Stratejiyeke nû ya pêncsalane ya ji bo alîkariya Îraqê ji alî hikûmetê ve tê amadekirin. Li gorî vê payîzê wê 90 milyon kron alîkariya pereyan dê ji Îraqê re were şandin ku dê ji bo avakirina Mûsilê were bikaranîn.

Wezîra alîkariyê Isabella Lövin diyar dike ku alîkarî ji bo kesên ku mexdûr bûne pirr girîng e. 

  • Hikumet niha pêşniyaz dike ku 90 milyon kron ji budceya payîzê ji bo bernameya pêşvebirinê ya Neteweyên Yekbûyî (FN) bişîne. Armanc bi çêkirina kanalîzasyon, elektrîk, sîstema avê û hwd alîkarîkirin e da ku xelk karibe vegere cî û warên xwe.

 Isabella Lövin îşaret dike ku ti kes nizane ka bajarê Mûsilê dê çiqasî xerab û wêran bide heta ku were azadkirin. 

  • Niha hikumet dixwaze di nav pênc salan de her serê salê 130 milyon kron piştgiriya Îraqê bike. Ev yek her wiha ji bo mafên jinan û xurtbûna demokrasiyê jî pêwîst e. Îraq welatekî di nav şer de ye û rewşa jinan gelek giran e. Ev ji bo demokrasiyê rewşeke dijwar e. Loma ji bo pêşveçûna Îraqê û aramiya wir divê em piştgiriyê bikin.
Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".