Migration
Daîreya Koçê îro derbarê sala bê ya hatina penaberan a ber bi Swêdê ve pêşbiniya xwe aşkere kir Wêne: Anders Wiklund/TT

Hejmara penaberan her kêmtir dibe

Sala bê 36.700 penaber ê bên.
0:59 min

Daîreya Koçê pêşbîniya xwe ya derbarê hatina penaberan a ber bi Swêdê ve nivîsand. Li gor vê ew li bendê ne ku sala bê 36.700 penaber ê werine Swêdê.

Krîza penaberan di qada navneteweyî de her berdewam e. Tê diyarkirin ku ji ber kontrola nasnameyan a herêmên Schengenê hatina bo Swêdê ya ji Ewrûpayê zehmettir bûye.

Herwiha weke ku di civîna welatên Yekîtiya Ewropayê de jî hate nîqaşkirin hikumeta Swêdê jî di nav de gelek welat dixwazin kontrola ser sînoran berdewam bikin û ev jî dike ku Daîreya Koçê texmîna hejmareke kêmtir a penaberan dike.

Daîreya Koçê di nav salekê de pênc caran pêşdîtinên xwe yên derbarê koçeriyê bi raya giştî ya Swêdê re parve dike û li gor van texmînan amadehî û xebatên li ser penaberiyê têne plan kirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".