Lönekrav
Anders Ferbe: ” eger di pêşerojê de aboriya welêt mezintir bibe, emê careke din daxwaza xwe pêşkeş bikin.” Wêne: Christine Olsson/TT

Sendîqayên endustriyê daxwaza ji sedî 2.8 dikin

Ev yek bo nîv milyon karkeran e
1:05 min

Nûnerên sendiqayên endustriyê îro eşkere kirin ku ji bo sala bê ew daxwaza zameke weke ji sedî 2.8 ji bo karkerên endustriyê dikin.

Divê zêdekirin ji bo her mehê herî kêm 460 kron be, Ev daxwaza nûnerên sendiqayê ne ku ji karsazan kirine.

Bilindkirina meaşan weke sala par e û par ev hejmar jî 2.8 prosent hatibû danîn.

Serokê sendiqaya IF Metallê Anders Ferbe diyar dike ku ji ber ku di sala buhurî de ti guhertinên mezin çê nebûne daxwaza sendîqayan jî weke par dimîne.

Ferbe dibêje aboriya welat ku bihêztir dibe û di eslê xwe de em dikarin daxwaza xwe bilindtir bikin, lê divê plan û fikrên me demdirêj bin û en balansekê ava bikin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".