Man håller ner en kvinnas arm mot en kudde.
Gelek bersûcên tecawizê îddîa dikin ku ew di wê kêliyê de di xew de bûne. Wêne: Emelie Rosén/Sveriges Radio.

Xew gelekan ji tawana tecawiziyê serbest dike

Kesên ku nexweş in jî nikarin vî sûcî pêkbînin
1:31 min

Li Swêdê zilamên ku bi sûcê tecawizkirinê têne sûcdarkirin, bi îddîaya ku dema wan wî sûcî dikir, razandîbûne, dikarin werin berdan. Ev helwesta dadgehan rastî rexneyên giran ên pisporên mafan tê.

Bêtirê ew kesên ku bi sûcên tecawizê tên darizandin, bi îddîaya ku ew di xewê de bûne loma têne serbest berdan.

Ji ber serbestberdana van kesan rexneyên giran li dadgehan tê kirin.

Psîkyatrîst profesor Carlos H Schenck diyar dike ku pêvajoya hiqûqê nikare bi vî rengî bimeşe û vê dibêje:

-Nexweşiya sexsomni, ango pêkanîna bûyerên cinsî di xewê de bi belge hatiye îsbatkirin. Kesên ku nexweş in jî nikarin vî sûcî pêkbînin.

Beşa Ekotê ya Radyoya Swêdê 18 dozên ku di nav 6 salên dawî de pêkhatine, şopandiye.

Li gorî vê 10 kes ji van 18 dozan hatine berdan û pênc kesên ji nav van 10 kesan ji ber ku dozgeran bi rewşa ku di wî kêliyê de razane, qane kirine, hatine berdan.

Hêjayê gotinê ye bêhtirê tawanbarên vî sûcî dibêjin, em razayî bûne. Lê ti îspata ku ew di wî kêliyê de razabûne jî nîn e.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".