Anna Kinberg
Seroka partiya Moderatan Anna Kinberg Batra Wêne: Stina Stjernkvist/TT

Moderat dixwazin hikûmeta hindikayî pêkbînin

Moderat dixwazin werin ser hikmê
1:45 min

Li gorî lêkolîna televîzyona Swêdî, SVT, eger desthiladariya hikumetê were guhertin wê tifaqa koalîsyonê ji ya partiyên sor û kesik kêmtir bibe. Ev nêrîna ji 10 an 6 siyasetvanên partiya Moderatan (M) e.

Nûnerê birevebiriya şaredariya Öckerö, Arne Lernhag dibêje: 

-Demokratên Swedê (Sverigedemokraterna) berê diyar kiribûn ku eger partiya Moderat namzedekî serokwezîrêyê destnîşan bike, ewê piştgiriya wan bikin.

Li gorî nûnera konseya koalîsyonê ya şaredariya Bergs, Elise Ryder-Wikén (M), ew difikire ku ev yek ji bo koalîsyonê şansek e.

Lê ji sedî 31ê kesên ku beşdarî lêkolîna SVT bûne, di wê hikmê de ne ku partiyên bloka sor û kesk dikarin mezintir bibin.

Yek ji beşdarvanan Jari Puustinen (M) endamê birevebiriya şaredariya Eskilstunayê ye, dibêje:

-Li gorî bîrûbaweriya min, ew di hilbijartinan de biserneketibûn û di nav mûxalefetê de cihê xwe girtibûn. Ev yek dikare dijberê wan mezin bike. 

Lê seroka partiya Moderatan Anna Kinberg Batra hê ji bo tiştên ku dixwaze pêkbîne, cihên pîyên xwe nediye. 

Ez li piştgiriyek mezin digerim ku di hilbijartinan de encamek muhîn bidestxim. Û bi awaya sekna xwe jî layiqê hilbijêran bibim.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".