Asysökande
Dersînorkirina penaberan ji ber sedemên humanîstî û tibî dikare were sekinandin. Wêne: Anders Wiklund / TT

Ji ber hinek sebeban dersînorkirina ji Swêdê dikare raweste

Nabe ku biryara dersînorkirinê pêkwere
0:46 min

Li Swêdê derbarê gelek penaberan de biryar hatiye girtin ku ji Swêdê werin dersînorkirin. Lê di hin rewşan de nabe ku biryara dersînorkirinê were pêkanîn.

Dersînorkirina penaberan ji ber sedemên humanîstî û tibî dikare were sekinandin.

Li gorî texmînan biryara du û sê hezar penaber ku divê terka Swêdê bikin, heye lê ew jî nikarin werin dersînorkirin.

Ji ber vê îro hikumet li ser vê mijarê lêkolinek dike ka ewê çawa karibin ku hebûna van kesan kêmtir bikin.

Li gorî lêkolînera dibistana bilind a Malmöyê Anna Lundberg wê ev wezîfe herî dawî di yekê meha nehan a 2017an de hazir be.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".