Xwepêşandan li ber sefareta tirk li Stockholmê
1 av 2
Xwepêşandan li ber sefareta tirk li Stockholmê. Wêne: Robin Sahin Wêne: Xwepêşandan li ber sefareta tirk li Stockholmê
Xwepêşandan li ber sefareta tirk li Stockholmê. Wêne: Robin Sahin
2 av 2
Xwepêşandan li ber sefareta tirk li Stockholmê. Wêne: Robin Sahin Wêne: Xwepêşandan li ber sefareta tirk li Stockholmê. Wêne: Robin Sahin
Girtina HDPyiyan

"Heta wan bernedin em ê li ser piyan bin."

Kurdên Swêdê aciz in
2:18 min

Girtina siyasetmedarên HDPî yên li Tirkiyeyê tesîreke mezin li kurdên Swêdê dike. Ji doh ve hewayeke şokê hakîm e ku bi awayekî zelal li ser medyayên civakî tê dîtin. Lê herwiha bi rêya medyayên civakî bi dest xwe re xwepêşandanên spontan li dijî van girtinan têne li dar xistin.

Yek ji wan vê sibehê li saet dora 11an li hember sefareta tirk a li Stockholmê bû. Xwepêşandêr bi alên HDPê li ber deriyê sefaretê civiyabûn û nerazîbûna xwe ya li ser girtina HDPyiyan nîşan didan. Hewaya hakîm acizî û şok bû.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".