Yekbun
Siyasetmedara Kurd Yekbûn Alp girtina hevserok û parlementerên HDP'ê dinirxîne. Wêne:TT û Bezav Mohmod.

Siyasetmedarên swêdî wekîliya siyasetmedarên HDP dikin

"Em dibin dengê wan"
3:58 min

Ji bo parastina siysetmedarên HDP, Partiya demokrat a gelan, dora 30 siyasetmedarên swêdî ji Partiya Çep, Sosyaldemokratan û Lîberalan bernameyeke taybet ya wekîliyê saz kirine.

Yekbûn Alp, berpirsa pirsên karûbarê derve ya Partiya Çep li şaredariya Uppsala vê bernameyê û armancên siyasetmedaran zelal dike û dibêje ku ev wekîl dibine dengê van siyasetmedaran. 

Di halê hazir de dora 30 siyasetmedarên Swêdî xwestine bibin wekîl (Fadder) ji bo siyasetmedarên HDP û maf û rewşan wan bişopînin û bi parêzin. Lê li gor Yekbûn Alp, 30 kes ne têr in ji bo parastina hemû siyasetmedarên ku îro ji aliyê hikûmeta Turkiyê ve hatin girtin. Îca gelo bi awayekî berçav wê ev 30 wekîl karibin îro çi bikin ji bo siyasetmedarên girtî?

Yekbûn Alp nimûneyekê dide û dibêje ku serokê Partiya Çep , Jonas Sjöstedt, yê wekîlê hevserokê HDP, Selahattin Demirtasş e, ji wezîra karûbarê derve ya Swêdê xwestiye ku bang li balyozê tirkî yê li Swêdê bike û vê bûyerê şermezar bike.

Sjöstedt herweha daxwaz dike ku Swêd nuha hemû têkiliyên xwe bi Tirkiyê re rawestîne ta ev siyasetmedar bêne serbest berdan.

Pêwendîdar

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".