Åklagarmyndigheten
Lêpirsîna Julian Assange piştî demek dirêk pêktê

Roja lêpirsîna Assange diyar bû

Dozgerê swêdî jî wê amade be
0:47 min

Roja lêpirsîna Julian Assange ku damezrênerê malpera Wikileak’yê ye, dîyar bû. Lêpirsîna Assange wê 14ê meha 11an de li konlosxaneya Ekwador a Londonê pêkwere.

Li ser lêpirsîna Julian Assange Dezgeha Dozgeriyê (Åklagarmyndigheten) daxuyaniyek belav kir.

Dozgeriyê da zanîn ku wan roja duşemê 14ê meha 11an wekî roja lêpirsînê ji konsolosxaneya Ekwador re ragihandine.

Daxuyaniyê de hate zanîn ku lêpirsîn wê ji alî dozgerekî Ekwadorî ve were kirin û dozgerê swêdî Ingrid Isgren jî di dema lêpirsînê de amade be.

Heke ku Assange qebûl bike wê ji xwîna wî nimuneya wî ya DNAyê jî were girtin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".