Amnesty International
Amnesty International. Foto:tt

Amnesty kurdan gunehbar dike

Rapora Amnesty
0:37 min

Rêxistina Amnesty International dezgehên kurdî gunehbar dike ji ber xirabkirina mal û milkên erebên Kerkûkê û derkirina wan ji herêmê.

Li gor rapora Amnesty ev heyfhilanîn e ji aliyê kurdan ve piştî êrîşên terorîstî yên Daiş bi wan rabû.

Di nameyekê çapemenî de Amnesty dinivîse ku dezgehên Kerkûkê nikare adilane li bûyerên piştî êrîşên Daişê ku li heşt herêmê cuda bi cî bûn, 21 meha dehan, binere. Gelek ji wan kesên di wan herêman dijiyan mecbûr bûn ji malên xwe bar bikin û nasnameyên wan jî hatin misaderekirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".