Hilbijartinên Amerîka.
Wêne: MANDEL NGAN
Pêşbînî:

Trump kare bibe serokê Amerîkayê

”Peywendiya baş bi Amerîkayê re giring e”
3:18 min

Ta nuha hemû nîşan diyar dikin ku Donald Trump wê bibe serokê Amerîkaryê. Serokwezîrê Swêdê Stefan Löfven vê sibehê got ku eger Trump biserkeve wê Swêd hewil bide peywendiyeke baş bi wî re saz bike.

Trump ji nuha ve jî axaftina xwe ya serketinê pêşkêş kir û hevrika wî Hillary Clinton ya beht mayî ji ber encamên dengan bi telefonê serketina Trump bo serokatiya Amerîkayê pîroz kir.

Li gor encamên ta nuha diyar bûne wê Trump bibe serok. Derbarê serokatiya Trump serokwezîrê Swêdê Stefan Löfevn vê sibehê nerîna xwe anî ziman û got:

-Em wekî her gav dikin, her kîjan reng û partî biserkeve her danûstandinên me wê bi birêvebiriyê re baş be.

Stefan Löfven dibêje em ji her du aliyan re amade ne, Trump û Clinton. Löfven yê bi Radyoya Swêdê re hilbijartinên Amerîkayê şopandiye vê peyamê pêşkêşî miletê Swêdê dike:

-Swêd amade ye û em dê her kar û xebatê bikin ji bo sazkirina peywendiyeke baş. Ez ne ecêbmayî me û me xwe ji vê encamê re jî amade kiriye. Ango ku Trump biserkeve.

Wezîra karûbarê derve ya Swêdê Margot Wallström jî giraniyê datîne ser pirsa  siyaseta ewlekariyê piştî hilbijartinên Amerîkayê:

-Li gor nerîna min giring e ku em agahdarê hestên xwe bibin, bi taybetî nearamiya ku nuha peyda dibe. Ne zelal e bê wê nuha çi bibe ji aliyê siyaseta ewlekariyê û siyaeta avûhewayê ve.  

Wallström dibêje her çawa be em dê her li ser xeta xwe bin ji bo rewşeke stabîl û rûniştî di karê xwe di konseya ewlekariyê ya Neteweyên Yekgirtî de.

Seroka partiya Moderatan Anna Kinberg Batra behsa hilbijartinên Amerîkayê dike û dibêje ku bêhtirî wê derbarê nefreta di navbera herdu aliyan de bû û kêm derbarê pirsên siyasî bi xwe bûn û bê wê çawa bêne birêve birin.

Ew jî her wekî Löfven dibêje her kî bibe serok divê Swêd danûstandin û peywendiyên baş bi Amerîkayê re deyne ji ber Swêd bi awayên cuda pabendê Amerîka ye.

Di Swêd de tenha partiya ku meyldariya Trump dikin Demokratên Swêdê (SD) ne. Serokê SD, Jimmie Åkesson serkeftina Trump weke binkeftina çîna eşraf ya ji gel û heqîqetê dûrketî nirxand.

Pêwendîdar

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".