Börser
Dema serkeftina Donald Trump diyar bû, borsaya Swêdê di vekirina îro de daket

Serkeftina Trump borsayê serberjêr kir

Tesîra wî li ser krona Swêdî zêde çênebû
1:05 min

Piştî serkeftina Donald Trump borsa di vekirina îro de ket. Piştî axaftina Trump bi çend deqeyan borsa daket ji sedî sê.

Şefê ekonomiyê ya bankaya SEB’ê Robert Bergqvist dibêje tiştê ku em dibînin dramayek e.

  • Borsa dikeve, ev jî faîz e ku dikeve. Mirov ji vê rewşê ditirse. Û em dibînin ku dolara Amerîkî ji qiymeta xwe dikeve.

Her wiha bihayê rojane ya borsaya Ewrûpayê jî ket. Borsaya Frankfurtê vê sibehê ji sedî du ket. Borsaya Londonê jî ji sedî 0.8 ket.

Kronê Swêdê li hember dolarên Amerîkî pir zêde tesîrê nedît û her wekî berê li derdora 9 kronan de diçe û tê. Lê dolarên Amerîkê li hember euroyê ji sedî du ket.

Pêwendîdar

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".