Berf
Berfa zêde li Stockholm û gelek bajarên din jiyanê serobin kir Wêne: JONATHAN NACKSTRAND

Ji ber berfa zêde gelek dibistanan hatin girtin

Dibistan hatin girtin û otobus kar nekirin
1:01 min

Li paytext Stockholmê rêvebirên gelek dibistanan biryar dan ku dibistanan bigrin. Xwendevanên ku hatibûn dibistanê, paşde hatin şandin. Ji ber nebûna otobusan jî xelk rastî astengiyên mezin hatin.

Barîna berfê ku ev du roj in, dewam dike jiyana xelkê serobin kir. Ji ber sermayê gelek rêvebirên dibistanan jî biryara girtina dibistanan dan. 

Rêvebirên dibistanan ji dêûbavên xwendevan re derbarê rewşa heyî de meîl şandin û wan agahdar kirin.

Li aliyeki din vê sibehê gelek rê hatin, girtin û tesîrek mezin li trafîkê kir.

Ji ber berfê îro gelek otobus kar nakin. Malbera trafîka kollektîv (SL) agahiyên berfireh derbarê trafîkê de bi raya giştî ya Stockholmê re parve kir.

Dezgeha av û hewayê jî bi daxwuyaniyek diyar kir ku wê barîna berfê hemû rojê dewam bike û ji xelkê xwest ku heta ku karibin bi erebeyên xwe dernekevin trafîkê.

Pêwendîdar

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".