Internet
Di lêkolîna hatî kirin de di nav civaka swêdî de înternet bûye çavkaniya herî girîng

Înternet bû çavkaniya herî girîng

Ciwanên niha henekên xwe bi medyayê dikin
1:25 min

Înternet cara pêşî bû çavkaniya herî mezin û girîng ji bo swêdî jê agahiyan bigrin. Lêkolînek bi navê ”Swêdî û înternet” (Svenskarna och internet) vê yekê dide berdestan.

Stratejîstê Weqfa înternetî ya Swêdê Måns Jonasson raporek di vî warî de belav dike û dibêje ferqek mezin di navbera temenan de heye.

  • Ji bo kesên ku biniya 50 salî de ne, çavkaniya herî girîng a zanyariyan înternet e. Wekî mînak ji bo ciwanên 16 û 25 salî. Ew henekên xwe li medyaya niha ku kevneşopek e, dikin. Lê kesên seriya 50 salî de ne jî bêhtir çavkaniyên xwe ji rojname, radyo û televîzyonan werdigrin.

Lêkolera medyayê Marie Grusell jî dibêje êdî li hemû cîhanê mirov li ser rêya medyaya sosyalî bi rêya Facebookê pêşketinan dişopîne û dikeve nav nîqaşan.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".