Skogsarbetare som sågar träd
150 penaberên nûhatî li Birêvebiriya Daristanan praktîkê dikin. Wêne: BJÖRN LARSSON ROSVALL / TT

Penaberên nûhatî di meqamên resmî de praktîkê dikin

Hedef salê 1000 kes e.
1:57 min

Hikûmetê berya niha hedefek dabû pêşiya xwe ku salê 1 000 kesên nûhatî di meqamên resmî de praktîkê bikin û xuya ye ku hikûmet dê bigihîje vê hedefa xwe.

Andreas Hagström lêkolerê daîreya dewletê ya lêkolînan Statskontoret e. Ew dibêje:

– Em hema bêje bi bersivdana telefonan re nagihin. Û em dibînin ku pir ji dil nêzîk dibin û tişta ji destê wan tê dikin. Di van pênc mehên destpêkê de nêzîkê 400 ciyên praktîkê me peyda kirine.

Hedef, salê peydakirina 1000 ciyê praktîkê ye û li gor Statskontoret hikûmet wê bigihe vê hedefa xwe. Kesên ku praktîkê dikin penaberên nûhatî yên ku mafê rûniştinê standine ye. Ji sê kesên ku heta niha praktîk girtine yek jin e. Û Andreas Hagström dibêje ew di wê baweriyê de ye ku ji niha û pê de jî wê gelek ciyên nû bêne peyda kirin.

Ji ciyên ku heta niha hatine peyda kirin herî zêde cî Birêvebiriya Daristanan (Skogsstyrelsen) dane. Hejmara kesên ku vêga li wir praktîkê dikin 150 e. Birêvebiriya Veguhastinê (Transportstyrelsen), Zanîngeha Göteborg, Daîreya Karî û Daîreya Bacê (Skatteverket) çend saziyên din ên resmî ne ku praktîk dane nûhatiyan.

Rapora ku îro hatiye pêşkêş kirin yekem lênerîna derheqê vê hedefa hikûmetê de ye. Heta destpêka bihara 2019ê gereke du raporên din jî werine nivîsîn.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".