Maça Swêdê bi Fransayê re li Stade de France

Îşev tîma fûtbolê ya neteweyî ya Swêdê dê bi Fransayê re maça bilindkirina grûpê ya Şampiyoniya Cîhanê bilîze. Di eslê xwe de maç dê roja yekşemê, roja salvegera êrîşên Parîsê bihatane lîstin. Lê Fransayê kir ku ev hate guhertin û maç ê loma îşev were lîstin.
Roja yekşemê salek ser êrîşên terorîstî yên li Parîsê re derbas dibin. Êrîşa ku 130 kuştî û bi sedan birîndar li pey xwe hiştin hê jî nû ye. Qurbanî dê bi merasîman bêne bibîranîn û herwiha avahiya konserê Bataclan ku gelek mirov lê hatine kuştin dê ji nû ve were vekirin.
Cihekî din ku heman şevê hatibû êrîş kirin stadyûma Stade de France bû. Terorîstê ku xwestibû bikeve stadyûmê hatibû rawestandin û wî êrîşî mirovên li ber stadyûmê kiribû.
Ma gelo ti tehdîd an rîsk ji bo îşev hene? Berpirsê ewlehiyê yê Rêxistina Fûtbolê ya swêdî Janne Gustavsson diyar dike ku pişta wî ji hêzên ewlehiyê yên fransî rast e û ti nearamiya wan tune ye.