Polîsê istixbaratê Swêdê, Säpo.
Wêne: Tomas Oneborg/SvD/TT

Kesek ji ber amadekirina êrîşeke terorîstî li Uppsala hatiye girtin

Säpo tevlî pêvajoya vê dozê bûye
0:52 min

Zilamek ji ber gumana amadekirina tawana terorîstî li herêma Uppsalayê hatiye girtin, parêzer yê gumanjêkirî Leif Silbersky vê yekê tekîd dike.

Wiha diyar e ku polîsê istixbaratê Swêdê, Säpo, jî tevlî pêvajoya vê dozê bûye.

Gumanên hene derbarê tawanên ji demeke nenaskrî de ta 13 meha yazdan ya vê salê ne li devera Bålstayê. Ev kesa saet 21:30 doh bi şev hate girtin.

Helena Ekstrand ji Dezgeha dozgeran dibêje ku ev kesa bi asta gumanê ya herî nizim hatiye girtin.

Di havîna vê salê de mêrekî 20 salî bi 5 salan zindan ji ber amadekirina tawaneke terosîstî hate mehkûmkirin. Wê çaxa ew hukmê yekem bû di vî warî de, yê 20 salî hewil dabû bombeyekê ava bike

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".