skoldusch
Foto: Nick Näslund/Sveriges Radio

Şagirt ji tirsa qeydkirinê serê xwe naşon

"Mirov naxwaze xwe rût nîşan bide"
2:13 min

Gelek şagirt piştî dersa sporê li dibistanê serê xwe naşon. Ji ber ku ew ditirsin di serşokê de fîlm an jî wêneyê wan were girtin û henek bi wan were kirin.

Radyoya Swêdê ji 3200 şagirdê pêngava bilind, högstadiet, pirsî bê nerîna wan çiye derbarê xwe şûştina piştî dersa sporê.

-Bi xwe rewşeke şexsî û prîvat e. Ji ber şûştina bi mirovên din re naxweş e, li gor nerîna Sara Benjaminsson ya diçe sefa nehan li dibistana Östberg li Östersundê.

Radyoya Swêdê li dora 80 dibistanan di temamê Swêdê de neriye. 60% ji 3200 şagirdên beşdarî vê lêhûrnerînê bûne dibêjin ku ew herdem xwe piştî dersa sporê naşon.

Beşek ji şagirdan jî bersiv dane û gotine ku ji laşê xwe kêm bibawer in û ji ber wê naxwazin tazî bin li pêş kesên din.

-Keçek ku naxwaze naskirî be dibêje belkî mirov hest bi şaşî û eybên laşê xwe bike û ditirse ku kesên din jî wê hizirê dikin.

-Mirov ji laşê xwe bêbawer e û mecbûr dibe rût û tazî têkeve serşoyê de li pêş hemûyan.

Mamosteyê sporê Daniel Widell bawer dike ku tesîra medyayên civakî li ser nerîna derbarê şikil û serûçavê kesan heye. Ew dibêje avakirina serşoyên cihê û derfeta cilguherînê ya cihê kare çareseriyek be.

Sebebeke din ku dihêle şagird nexwazin xwe bişon tirsa tomarkirina di dema serşoyê de ye. Wekî din kare ji ber kêmhebûna demê be di navbera dersan de û ku serşo ne paqij in.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".