Bob Dylan.
Bob Dylan. Wêne: David Vincent/TT

Bob Dylan nayê Stockholmê

Bob Dylan, wergirê xelata Nobelê ya wêjeyê ya îsal, radigihîne ku ew ji bo wergirtina xelatê ya bi merasîm nayê Stockholmê. Akademiya Swêdî, Svenska Akademien, vê bi peyameke nivîskî li ser malpera xwe diweşîne.

Akademiya Swêdî dinivîse ku wan nameyek ji Dylan girtiye. Ew tê de diyar dike ku wî dixwest ji bo wergirtina xelatê şexsen were Stockholmê, lê ji ber ku ew bi tiştên din ve mijûl e û nikare wan betal bike ew nayê. Akademî diyar dike ku ew rêzê ji bo biryara wî nîşan didin.

Rojnameya DN dinivîse ku Dylan ji bo merasîmî neyê jî divê ew di nava 6 mehan de ji bo semînera Nobelê were Swêdê ku ji bo xelatgiran mecbûrî ye.

Van salên dawî Doris Lessing, Harold Pinter û Elfriede Jelinek jî ji bo merasîmê nehatibûne Stockholmê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".